Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ li semînara li welatê “Norway” beşdarî kir

18:34 - 16 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ li semînareke di parlemana “Norway” de, ku ji aliyê parlemanterên Partiya Sosyalîsta Çep hatibû amadekirin, beşdarî kirin.

Roja Sêşemî 24`ê Banemera 1398`an, şandeke PDKÎ, pêkhatibû li “Gelawêj Mihemedî” berpirsa beşa pêwendiyên “Norwayê”, “Îsma`îl Elîpûr” endamê komîteya giştî li welatê “Norwayê”, “Sîrwan Qadirzade” alîkarê berpirsê beşa peywendiyên “Norwayê” û “Şoriş Qadirzade” berpirsê komîteya dever yê “Ostifold” li semînarekê di welatê “Norway” de ku ji aliyê parlemanterên Partiya Sosyalîst ya Çep a “Norwayê” hatibû amadekirin, beşdarî kirin.

Ew semînara bo nûnerên Partî û aliyên siyasî yên Kurd li her çarparçên Kurdistan û çend kesayetiyên “Norwayê” hatibû rêkixistin.

Ew semînara li du beşên serekî pêk hatibû, kû beşa yekem axavtinek derheq pirsa mafê mirov di Kurdistanê de bû.

Di beşa yekem ya wê semînarê de, her yek li “Pîtêr Îde” parlemanterên Sosyalîsta Çep ya “Norwayê” û “Geralid Kado Folikvorid” şvêrmendê siyasî li Saziya Lêborîna Navneteweyî, bi awayekî  hûr li ser binpêkirina mafê neteweyên kêm li welatên wekî, Îran, Tirkiye, Îraq, Sûriye û Sodanê axivî.

Di wê semînarê de, navbiriyan tekez li ser mafên rewa yên gelê Kurd kirin û hevdem binpêkirina mafê netewayetî ya gelê Kurd, ji aliyê her yek ji wan welatan anîne ber bas.

Di beşeke din ya wê semînarê de, “Ebdûlla Hîcab, Behar Feyzûlla û Hendrên Nezîr” derheq binpêkirina mafê mirov di Îran, Îraq û sûriyê de axavtin.

Di beşa dawiya wê semînarê de, amadebûyan derheq mafê mirov di her yek ji beşên Kurdistanê de, ramanên xwe anîne ziman.

Herwisa raporek derheq binpêkirina mafê mirov ku, bi hevdengiya Sê partiyên din yên Kurdistana Rojhilat hatibû amadekirin, ji aliyê “Sîrwan Qadirzade” ve radestî birêveberên vê seminarê hate kirin.

Di beşa duyema wê semînarê de, çavaniya karkirina Partî û aliyên din yên Kurdî û endamên Partiyên çalak yên “Norwayê” derheq mafê mirov li parlemana “Norwayê”, bo baştirkirina mafê mirov li deverên Kurd jê akincî axavtin.

Di wê beşê de, birêveberên semînarê hevdem beşek li amadebûyên semînarê bîr û ramanên cuda yên xwe anîne ber bas.

Bi vî awayî deriyek bo piştevanîkirin li mafê rewa yê gelê Kurd, bi taybet li dîtingeha mafê mirov vekirin.