
Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ serdana Encûmena serkirdayetiya PDK ya li parêzgeha Sulêmanî-Helebçeyî kir.
Roja Çarşemî, 15`ê Reşemehê, şandeke PDKÎ bi serperestiya Mihemednezîf Qadirî, cêhgirê duyem yê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, serdana Encûmena serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistan, li parêzgeha Sulêmanî – Helebçeyê kir, û ji aliyê heyeteke Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serperesertiya Arif Teyfûr, endamê Mekteba Siyasî a Partî û serokê Encûmenê, pêşwazî ji wan hate kirin.
Her di vê civînê de, rewşa Kurdistan û deverê hate nîqaşkirin, û hewcehiya yekgotarbûn û yekrêziya neteweya me di vê qonaxa hestyar û dîrokî de, bi baldana bi berjewendiyên bilind yên neteweya me hewce dane zanîn.
Di dawiya vê civînê de, şanda Partiya Demokrat, tevî spaskirin û pêzanîna heyeta Partiya Demokrat, pêdagîrî li ser pêwendiyên dostane yên du aliyan kirin, û herwisa li ser bihêztirkirina pêwendiyên di navbera du aliyan de pêdagîrî kirin.