Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ serdana Mekteba pêwendiyên nav Kurdistanê a Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê kir

11:16 - 8 Adar 2019

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ,  li bajarê Sulêmaniyê, serdana Mekteba Pêwendiyên nav Kurdistanê a Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê kir.

Roja çarşemî 15`ê Reşemehê, şandeke PDKÎ, bi serperestiya Mihemednezîf Qadirî,  cêhigêrê duyem yê Lêpirsarê Giştî yê PDKÎ, û berpirsê pêwendiyên giştî yê hizbê,  serdana Dezgeha Pêwendiyên  nav Kurdistanê a Yekîtiya Nîştimanî a li bajarê Sulêmaniyê kir, û  ji aliyê heyeteke Yekîtiya Nîştimanî, bi serperestiya Mamosta Îkram Elî, endamê serkirdayetî û Lêpirsayê Mekteba Pêwendiyên nav Kurdistanê yên Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê, pêşwazî ji van hate kirin.

Berjewendiyên bilind yên Nîştimanî, û yekgotarbûn û yekrêziya di nav hêzên Kurdistanê, û arîşeyên siyasî yên Kurdistan û deverê, mijara serekî a vê civînê bû, û pêwedniyên berdewam yên hêz û aliyên siyasî û herwisa girîngîdana bi axavtineke serdemiyane, barmteya serekî bû bo çareserkirina codahiyên bîr û ramanê dane zanîn.

Herwisa di vê civînê de, du aliyan tevî pêdagîrîkirina derheq hebûna pêwendiyên dostane yên di navbera  du aliyan de, û herwisa li ser bihêztirkirina pêwendiyên di navbera du aliyan de jî, pêdagîrî hate kirin.