
Kurdistanmedai: Berpirsê Navenda Siyasî ya PDKÎ, serdana Ofîsa Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Parîsê kir.
Roja Înê, rêkefta 10`ê Reşemeha 1397`an(1`ê Adarê), li ser gazîkirina Ofîsa Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîsê, şandeke PDKÎ bi serperestiya Hesen Şerefî, berpirsê Navenda Siyasî ya PDKÎ, serdana Ofîsa Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ya li Parîsê kir.
Ev şanda ji aliyê nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Firansayî, ji aliyê Elî Dolemerî û hevalên wî bi gerimî pêşwazî ji van hatekirin, û di vê civînê de, pirsa Kurd bi giştî û herwisa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistan û xebata Kurd di Kurdistana Rojhilat, û bi taybet guherînkariyên bîr û ramanê hate kirin.
Herwisa ev civînê derfetek bû, da ku derheq çarçoveya alîkarîkirinên hizbên Kurdan li welatê Firansayî û Kurdên ku di vî welatî de akincîne biaxavin, û herwisa hewcehiya alîkarîkirin û hevahengîkirina dengê ciwanên neteweya Kurd li Firansayî îşare pê kirin, û bi taybet rewşa Kurd di hemû parçên Kurdistanê yên, li rojevê de ye û derfeta kar û çalakiyan di wî welatî de zêdetire.