Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ serdana Partiya Kedkar û Rencideran a Kurdistanê kir

17:09 - 3 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Şandeke Deftera Nuneratiya PDKÎ ya li bajarê Hewlêrê, serdana Partiya Kedkar û Rencideran a Kurdistanê kir.

Roja Şemî 20`ê Rêbendanê, bi boneya 24.mîn salroja avakirina Partiya Kedkaran û Rencideran a Kurdistanê, şandeke nûneratiya pêwendiyên PDKÎ ya li bajarê Hewlêrê, bi serperestiya “Mihemedsalih Qadirî”, serdana Partiya Kedkar û Rencideran Kurdistanê kir, û her bi vê boneyê jî, pîrozbahiyên Hizba Demokrat bi serkirdatiya vê partiyê ragehand.

 Şanda PDKÎ ji aliyê “Bapîr Kamela” serokê Partiya Kedkar û Rencideran û endamên navenda Siyasî û serkirdatiya vê Hizbê,  pêşwazî ji wan hate kirin, û di gel rêz û hûrmeteke taybet ji bo vê serdanê, herdu aliyan derheq berdewamiya pêwendiyên di navbera her du aliyan de tekez kirin.