
Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ, serdana Komela Zehmetkêşan a Kurdistanê kir.
Roja Pênçşemî rêkefta 16`ê Reşemeha 1397`an, PDKÎ bi awayî fermi ji aliyê Partiya Komela Zehmetkêşan a Kurdistanê hatibû gazîkirin, û şandeke PDKÎ bi serperestiya Mistefa Hicirî Lêpirsayê Giştî yê, serdana Komela Zehmetkêşan a Kurdistanê kir, û ji aliyê heyeteke Partiya Komela Zehmetkêşan a Kurdistanê bi serperestiya “Omer Îlxanîzade” sekreterê giştî yê Komelê pêşwazî ji wan hate kirin.
Herwisa di vê civînê de, rewşa îro ya Kurdistana Îran û deverê bi awayekî hûr nîqaş li ser hate kirin, û girîngîbûna karê hevpar yê hêz û aliyê siyasî yên Kurdistana Îranê bi giştî, û bi taybet li çarçovera Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê, pêdagîrî li ser hate kirin.
Di vê civînê de, her du aliyan, tevî pêdagîrîkirina derheq bihêztirkirina pêwendiyên di navbera du aliyan de, û herwisa li ser yekdengbûn û yek helwêstbûnê, di rasta berjwendiyên bilind yên neteweyî de jî pêdagîrî kirin.
Di vê hevdîtinê de, du aliyan derheq berdewamkirina mikanîzma karê hevpar a di navbera aliyên siyasî yên Rojhilata Kurdistanê de,tekez kirin.