Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ serdana Yekgirtoya Îslamî a Kurdistanê kir

17:36 - 7 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ, di rêûresma salroja avakirina Partiya Yekgirtoya Îslamî a Kurdistanê de beşdarî kir.

Roja Çarşemî, 17`ê Rêbendanê, bi boneya 25.mîn, salroja avakirina Partiya Yekgirtoya Îslamî ya Kurdistanê, şandeke PDKÎ, bi serperestiya Teymor Mistefayî, endamê Navenda Siyasî a Hizbê, serdana vê partiyê li bajarê Hewlêrê kir.

 Her bi vê boneyî jî, şanda PDKÎ pîrozbahiyên vê partiyên  ji serkirdayetiya Partiya Yekigirtoya Îslamî  a Kurdistanê re gihandin.

Şanda PDKÎ, ji aliyê, “Selahedîn Behad`iîn”, Emîndarê Partiya Yekgirtoya Îslamî a Kurdistan, û endamê Mekteba Siyasî û serkirdayetiya vê hizbê pêşwazî ji wan hate kirin, û tevî rêz û hormeteke taybet ji ber vê serdanê, her du aliyan derheq pêwendiyên di navbera her du aliyan de pêdagîrî kirin.