
Kurdistanmedia: Şandeke Partiya Sosyalîst a Kurdistanê-Bakur, bi serperestiya “Mes`ûd Tek” serdana Desteya Kargêrî a PDKÎ kir.
Roja Şemî 30`ê Pûşpera 1397`an, şandeke Partiya Sosyalîst a Kurdistanê-Bakur, bi serperestiya “Mes`ûd Tek” sekreterê giştî yê “PSK”ê serdana Desteya Kargêrî a PDKÎ kir, û ji aliyê heyetekê bi serpereştiya “Mistefa Hicrî” Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ ve pêşwazî ji wan hate kirin.
Di vê civînê de “Mes`ûd Tek” derheqê dawî bûyeran û siyasetên dewleta Turkiyê û encama hilbijartinên vê dawiyê yên dewleta Turkiye û guherînkariyên li sîstema parlemanî û serokatî û berbestên li ser riya guherînkarî û rola Kurd di vê piroseyê de axavtin kir, û boçûna xwe ji bo heyeta PDKÎ bas kir, û herwisa got ku:
“Di vê piroseyê de, Kurd û partiyên siyasî yên Kurd di vê rewşa siyasî de, hewce ye ku bi berhevdaneke nû de, daxwaziyên xwe bixin ber bas, û yekbûn û yekîtiya di vê piroseyê de berçav bigrin.
Piştre “Mistefa Hicrî” keyfxweşiya xwe derheq serdana wan nîşan da, û ji ber wan zanyariyên derheqê vê piroseyê de jî spas ji wan kir, û got: Hewce ye ku “HDP” û aliyên din, bi yekgirtiyane di van hilbijartinan de beşdariyê bikin, û her di vê derheqê de, “Mes`ûd Tak” jî got:
“Hewce ye “HDP” bi siyaseteke nû digel aliyên din yên Kurd di Bakûr de reftarê bike, û siyaseteke zelal di Turkiye û Kurdistan Bakûr de berçav bigre.
Piştre “Mistefa Hicrî” derheqê rewşa Kurdistana Rojhilat û piroseya “Rasan”, xebat û têkoşîna hizbê di navxweyî Kurdistan û alîkariya xelkê digel kadr û pêşmergeyan û herwisa kirîzên rejîmê di qada navxwe, dever û navdewletî de, û bitaybet derheq dorpêçan, li ser sîstema siyasî û aborî ya rejîmê û jiyana xelkê bi awayekî hûr bas kir, û di beşeke din ya axavtinan de bas ji alîkarî û nêzîkbûna aliyên siyasî yên Kurdistana Rojhilat kir û weke hemahengiyeke pozêtîv îşare pê kir.
Piştî van axavtinên li ser Kurdistana Rojhilat ji aliyê Lêpirsyarê Giştî yê hizbê ve, “Mes`ûd Tek” serkevtinên zêdetir ji bo têkoşîna PDKÎ hêvî kir, û ragehand ku: Serkevtina PDKÎ û çalaktirbûna tevgera nîştimanî ya Kurd di Rojhilat de, dibe alîkar ji bo ber bi pêşveçûna tevgera Kurd bi giştî, û di dawiyê de jî li ser hebûna pêwendiyên dostane digel PDKÎ tekez kir, û piştî vê helwêsta dostane ya “Mes`ûd Tek” jî, “Mistefa Hicrî” spas ji “Mes`ûd Tak” û şanda digel kir.