Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke rojnamevanên ”Fransa û Amerîkay” serdana PDKÎ kirin

17:19 - 14 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Şandeke rojnamenivîsên ”Fransa û Amerîkay” serdana Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kirin.

Roja Şemî 24`ê Xakelêwey(13`ê Nîsan)`ê, şandeke naskirî a rojnamenivîsên “Fransa û Amerîkay” ku pêk hatibû, li “jonathan rendell” rojnamenivîsê navûdeng yê Amerîkay û ” Edit” rojnamenivîsa Fransî digel hevjîna nivîskarê bi navê “Chrise Kochera” ku herdu hevalên nêzîk yên şehîd Dr.Qasimlû û PDKÎ ne, serdana Desteya Kargêrî a PDKÎ kirin, û ji aliyê “Mihemednezîf Qadirî”,  cêhigirê duyem yê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, û berpirsê pêwendiyên giştî yê hizbê, pêşwazî ji van hate kirin.

Di vê civînê de, bi navê “Mistefa Hicrî” Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ û rêberatiya PDKÎ, xêrhatin gotine  vê şanda mêhvan, û berpirsê pêwendiyên giştî yê PDKÎ jî, keyfxweşiya xwe derheq serdana vê şandê anî ziman.

Her yek ji van komek pirs derheq rewşa siyasî a Îranê û bandora dorpêçan, û rewşa tevegra Demokrasîxwaz ya Îranê, û rewşa Kurdistana Îranê û xebata PDKÎ, û herwisa dîtingeha PDKÎ derheq rewşa siyasî a Îranê, pirsa Kurd li asta alîkarî û hevxebatiya aliyên siyasî yên Îran û Kurdistanê axavtin.

Piştire pirsên ku ji aliyê “Mihemednezîf Qadirî”, cêhigirê duyem yê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ hatin e bersivdan, d encama guherînên bersiv û pirsan de, şanda mêhvan gotin: Em gellek bi vê serdanê keyfxweşin û hêvî dikin ku ev rûdawên diqewimin ji aliyekî re biçe ku, aştî û azadî û dadperweriyê lipey xwe hebe û gelê Kurd jî, bigihîje mafên xwe yên siyasî.