Kurdistanmedia: Di civîna di navbera şanda Tevgera Rizgarîxwazî a Demokrat a Kurdistan, û heyeta PDKÎ de, ya li bajarê Sulêmaniyî, derheq rewşa niha ya Kurdistan û herwisa rewşa Partiyên Kurdistanî , guhertinên bîr û rayan hatin encam dan.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşemî, rêkefta 23`ê Rêbendanê(12`ê Şibatê), şandeke Tevgera Rizgarîxwazî a Demokrat a Kurdistanê, bi serperestiya “Ebdula Nazenînî, sekreterê vê saziyê serdana ofîsa nûneratiya PDKÎ kir, û ji aliyê berpirsê beşa pêwendiyên PDKÎ yê li bajarê Sulêmaniyê Îsma`îl Rehmanî ve pêşwazî ji wan hate kirin.
Her di vê civînê de, guhertinên bîr û rayan derheq rewşa niha ya Kurdistan û herwisa rewşa partiyên Kurdistanê hatine nîqaşkirin, û her du aliyan li ser pêwendî û yekîtiya di navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê de, pêdagîrî kirin.
Piştî guhertina bîr û rayan, her du aliyan derheq berdewamkirin û qahîmtirkirina pêwendiyên di navbera her du aliyan de pêdagîrî kirin.