Kurdistanmedia: Şandekî HDKÎ, ji aliyê Konsûlgeriya Feransayê ve bi fermî bo bajarê Hewlêrê hatibû gazîkirin, û di salroja nîştimanî ya Feransê de amedebûn.
Êvareya roja Yekşemî 23`ê Pûşper (14`ê Tîrmehê), şandeke HDKÎ ji aliyê konsûlgeriya Feransayê ve bi fermî bo bajarê Hewlêrê hatibû gazîkirin. Şandekî HDKÎ, bi serperestiya “Hesen Şerefî”, cihgirê yekim ê Lêpirsiyarê giştî yê Hizba Demokrat, beşdarî li awaza konsûlgeriya Feransayê kir, ku bi boneya salroja Nîştimanî ya Feransayê hatibû lidarxistin.
Ew rêûresme bi amadebûna komeke berçav dîplomat û nûnerên welatên bîhanî, serokayetiyê hikûmet û parlemanên herêma Kurdistan, serok û nûnerên parek li Hizb û aliyên siyasî, hate lidarxistin.
Şanda Hizba Demokrat di vê rêûresmê de, tevî pîrtozbahîya xwe bi vê boneyê re li “Dumînîk Mas”, serkonsûlê Feransayê kir, û çendîn dîplomat û parlemantar û kesên siyasî dîtin û pêdagiriya pêwendiyên dinavbera herdû aliyan kirin.