Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandekî Hizba Demokrat di pirseya “Hemîd Derwêş” de beşdarî kir

10:58 - 3 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Şandekî Komîta Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, beşdarî ji pirseya sekreterê “Partiya Pêşvero a Kurd ya Sûriyê” kir.

Şandekî Komîta Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya “Cemşîd Xosrewî” berpirsê para Rêkxistina komîta Hizba Demokrat li Danîmarkê, beşdarî li pirseya “Hemîd Derwêş” sekereterê “Partiya Pêşvero ya Kurd ya Sûriyê” kir.

Di wê pirseyê de peyamek bi navê Komîta Demokrat li welatê Danîmarkê, ji aliyê “Dana Eliyasî” ve hate pêşkêşkirin.

Di wê peyamê de tevî nîşandana xembarbûna xwe bo koça dawiya mamosta “Hemîd” û girîngiya navbirî ji bo bizava azadixwaziya gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê, herwisa îşare bi dostayetiya mamosta “Hemîd” digel şehîd, Dr. “Qasmlo” jî hate kirin.