Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandekî KNK serdana PDKÎ kir

18:24 - 11 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Şandekî KNKê serdana dezgeha Pêwendiyên Partiya Demokrat kir û pirsa Kurd û guhertinên deverê anîne ber bas.

Piştînîvroya roja Sêşemî, 19`ê Sermawez (10`ê Kanûna Pêşînê), şandekî Kongireya Netewî ya Kurd (KNK), bi serokatiya “Ehmed Qeremûsî”, hevserokê KNKê û Şehla Hefîd, cihgira Hevserokê KNKê, serdana Dezgeha Pêwendiyên PDKÎ kir û ji aliyê heyetekî PDKÎ ve, bi serperestiya “Mihemednezîf Qadirî”, cihgirê Duhem ê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ û berpirsê Dezgeha Pêwendiyên Partiya Demokrat ve, pêşewaziya ji wan hate kirin,

Di destpêka vê serdanê de, “Mihemednezîf Qadirî”, bi germî xêrhatina wan kir. Şanda mêvan jî tevî nîşandana keyfxweşiya xwe ji vê serdanê, dîrok û derbasbûya PDKÎ bi taybet rêberên Şehîd yên PDKÎ bi parek ji serweriya netewa Kurd dane zanîn.

Piştre, “Ehmed Qeremûsî”, hevserokê KNKê kurtiyek ji xebat û çalakiyên KNKê pêşkêş kir, û bas kir ku mebesta wan ji vê serdanê, şiroveya hevbeş a ser guhertinan û peydakirina rêçareyek bo pirsgirêkên li ser doza Kurd di her çar parên Kurdistanê de ye.

Piştre “Mihemednezîf Qadirî”, berpirsê heyeta Partiya Demokrat, tevî îşarekirin bi beşdariya Şandeke PDKÎ di kongireya berê a KNKê de, alîkarî û hevhelwîstên hemû aliyan bi merema bi pêşxistina xebata Kurd di her çar parên Kurdistanê de bi girîngî da zanîn.

Herwisa navbirî basek li ser şiroveya guhertinên deverê û cîhanê û bandora wan li ser pirsa Kurd bi giştî û herwisa eşkerekirina siyaset û helwîstên PDKÎ li ser pirsa netewî û alugorên girêdayî bi wan pirsan ve, pêşkêş kir û hêviya serketin bo kongireya bê ya KNKê kir.

Piştre, “Ehmed Qeremûsî”, tevî îşarekirin bi derfet û gefên li ser rêya doza rewa ya Kurd, ku niha di her çar parên Kurdistanê de di rojevê de ne, û ragihand hewceye bi yekdengî û di jêr çetreke sitratejîka nîştimanî ya hemûalî de, li hember bisekinin ku, kongireya bê ya KNKê di rastiyê de li seha berpirsayetiyê bi wan hewcehiyan û bersivdan bi wan alugoran re pêngavan diavêj e.

Herwisa Qeremûsî got ku, me bi merema vekirina rûpelekî nû di kar û çalakiyên û pêwendiyên xwe de, me pê başe ku hizrên Hizb û aliyên din û pêşniyarên wan bo kongireya bê a xwe agehdar bin, û em hizrên PDKÎ di wê derheqê de, bi rênimayiyekî girinê û pir bi nirx dizanin.

Di dawiya vê serdanê de, herdu aliyan tevî nîşandana, keyfxweşiyên xwe ji wê serdanê, tekezî li ser hewcehiya berdewambûna serdanan û alîkariya herdu aliyan kirin.