
Roja Pêncşemiyê 27ê Gulana 2021an Şandekî Komele- Rêkxistina Kurdistaniye Hizba Komonîsta Îranê, bi serperestiya Seyîd Îbrahîm Elîzade, Sekirtêrê Komelê, serdana Hizba Demokrat a Kurdistan a îranê kir û ji aliyê heyetekî Hizba Demokrat bi serperestiya Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî yê Hizbê ve, bi germî hate pêşwazî kirin.
Destpêka wê serdanê de Lêprsyarê Hizbê xêrhatina şanda mîvan kir, û piştre basek li derheq rewşa nihaye Îran û kurdistan û dewerê kir, û yêkgotarî û yêkrêziya aliyên siyasî û bi taybetî li astê Kurdistana Îranê de bi erkekî hewce da zanîn û ragihand: Di wê qonaxa nihaye xebata me de, bila em cudahiyan danêne qiraxê û xalên hevpare xwe bihêz û zêde bikin, bo ewê ku em bihêz bin û li egera heçî guhartinekê de em bikarin bigîjne mafê netewiye xwe.
Piştî hingê rêzdar Îbrahîm Elîzade jî tewî sipas kirin ji wê pêşwaziya gerime ji aliyê Hizba Demokrat ve, siyaset û helwêsta Hizba Komonîst a Îranê û Komelê li derheq mijarên girêdayî bi Îran û Kurdistanê û rolê tevdaniya rejîma Îranê li dewerê de şirove kir û wî jî tekezî li ser yêkgotarî û yêkrêziya di navbera aliyên siyasiye Opozisyona rejîma Îranê kir.
Li dawiyê de tewî baskirin li derheq karê hevpar li astê Îran û Kurdistanê de, herduk aliyan tekezî li ser bihêztir kirina peywendiyên xwe kirin.