Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandekî Partiya Demokrat a Pêşveroya Kurd –Sûriye(PDPKS), seredana buroya pêwendiyên Hizba Demokrat li Silêmaniyê kir

16:06 - 28 Gulan 2015

Kurdistan Media: Şandeya Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd- Sûriyê di vê seredanê de hevxemî û hevderdiya xwe Ii dor şehîd bûna “Qadir Kerîmî” ji aliyê çekdarên PKKê ve Ii gel PDKÎ anî ziman.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, şandekî Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd- Sûriyê, bi serpereştiya mamosta “Hemîd Derwêş” Sekreterê vê Hizbê, roja çarşemî, 27 gulana 2015`an bi armanca nîşandana hevxemiyê li hember şehîdkirina “Qadir Kerîmî” ji aliyê çedarên PKKê ve, seredana Buroya Pêwendiyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Silêmaniyê kir û ji aliyê “Mihemed Sahibî” berpirsê êwendiyên partiyê li Silêmaniyê de hatin pêşwazî kirin.

Di wê serdanê de, şandeya mêvan tevî nîşandana xembarî û dilgiraniya xwe ji vê bûyerê, behî û sersaxiya xwe jî arasteyî Hizba Demokrat û malbata şehîd Qadir Kerîmî kir, û hêvî xwastin ku şerê han berfireh nebe û girift û pirsgirkên han, ji rêyên got û bêjê ve bêne çareser kirin.

Herwiha di vê hevdîtinê de, mamosta Hemîd Derwêş basek li ser sefera vê dawiyê ya xwe û civîna nûnerên ENK – S li gel “Dîmistora” nûnerê Netewên Yekbûyî li dor pirsa Sûriyê û rewşa Kurdan di vê beşa Kurdistanê de kir.

Paşan Mihemed Sahibî, endamê Komîteya nawendî ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, serdan û hevxamiya wan bilind nirxand û sipasiya şanda mêvan kir.