Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandekî PDKÎ di axspartina Qeşe “Dinha Tuma Yûsif” de beşdarî kir

12:56 - 12 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Nûnerê PDKÎ li bajarê Koyê li rêûresma bi axspardina Qeşe “Dinha Toma Tusif” de beşdarî kir.

Rêkefta 21`ê Befranbarê, nûnerayetiya PDKÎ, li bajarê Koyê, bi axspartina Qeşe “Dinha Toma Yûsif” naskirî bi “Mame Qeşe”, qeşê bajarê Koyê “Hermote” ku di bûyereke hatoçûyê de li ser rêya koyê bo Hewlêrê canê xwe ji dest da, beşdarî kir.

“Qeşe Dinha Toma Yûsif” kesayetiyekî civatî û xweşnav ê Koyê û gundê Hermotê bû, û dostayetî wî digel PDKÎ hebû, di dema mûşekbarana binkeyên PDKÎ de piştevanî ji Partiya Demokrat kir û rêzek taybet bo Partiya Demokrat hebû.

Nûnerayetiya Partiya Demokrat, sersaxî ji malbata Qeşe “Dinha Toma Yûsif” û xwişk û birayên Mesîhî ên Koyê û gundê Hermotê kir.

Di wê rêûresmê de, metranê Hewlêrê, û Qayîmeqamê Koyê, berpirsê demûdezgehên hikûmetî û Partiyên herêma Kurdistanê, nûnerayetiya parlemana herêma Kurdistan û nûnerên bajarê Hewlêrê beşdar bûn.