Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandekî PDKÎ li salvegera avakirina Partiya Demokrat a pêşkevtinxwaz a Kurd di Sûriyê de pişikdar bûn.

15:20 - 15 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Şandek ji Partiya Demokrat a Kuristana Îranê, li 57’emîn salvegera avakirina Partiya Demokrat a pêşkevtinxwaz a Kurd di Sûriyê de, pişikdar bûn.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Înê, bervara 13’ê Hezîran a 2014’an, şandekî PDKÎ bi serpierstiya Mihemed Nezîf Qadirî endamê Polîtbîroya wê partiyê, li 57’emîn salvegera avakirina Partiya Demokrat a pêşkevtinxwaz a Kurd li Sûriyê beşdarî kir.

Rêûresma salroja avakirina Partiya Demokrat a pêşkevtinxwaz a Kurd li Sûriyê, li bajarê Silêmaniyê birêve çû û di vê merasimê de PDKÎ peyama pîrozbahî pêşkeşî birêveberên rêûresmê kir.

Deqa peyamê bi vî awayê ye:
Rêzdar/ Mekteba Siyasî a Partiya Demokrat a pêşkevtinxwaz a Kurd li Sûriyê

Xoşk û birayên hêja!
Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hinceta 57’emîn salvegera avakirina partiya tekoşer a we germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkeşê tekoşerên kevinarê yê gelê me kekê Hemîd Derwîş sekreterê giştî yê partiya we û endamê Mekteba Siyasî û serkirdayetî û endam û alîgirên Partiya Demokrat a pêşkevtinxwaz a Kurd li Sûriyê dike û hêvîdar in ku gelê Kurd li Sûriyê li siya yeketî û hevgirtina partiyên siyasî yên Rojavaya Kurdistanê bi mafê siyasî û neteweyî yê xwe bigihîje.

Hevalên hêja!
Partiya tekoşer a we zêdeyî nîv sedeye ku di qada siyasî a tevgera mafxwazane a gelê Kurd li Sûriyê de, rola dîrokî a xwe dilîze û bûye yek ji partiyên naskirî yên Rojavaya Kurdistanê, di wê rewşa hestiyar a di Rojavaya Kurdistanê de, karîne bi pêşde girtina siyaset û rêbazek îroyîn bo gehîştin bi gutar û xebatek hevpar tevî tekoşerên Kurd li Sûriyê pêngavên bi bandor bavêjin, û parastina destkevtên Kurd di vê para Kurdistanê de bikene bingeha siyaseta xwe. ew siyaseta partiya ve bê guman bandorek erênî li pêşde birina pêvajoya bûyran di Sûriyê û Rojava Kurdistanê de didanên.

Rêzdaran!

Deftera Siyasî a PDKÎ carek din 57’emîn salvegera damezrandina partiya we pîroz dike û ji we re pêşkevtinên zêdetir bi hêvî dixwaz e û di vê bona siyasî de li ser pêwendiyê dostane û kevinar yê her du aliyan tekez dike.
berz û pîroz be 57’emîn salvegera Partiya Demokrat a pêşkevtinxwaz a Kurd li Sûriyê
Tevî rêz û hurmet

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
13’ê Hezîran a 2014’an
23’ê Cozerdan a 1393’an a Rojî