Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandekî PSK serdana polîtbîroya PDKÎ kir

20:37 - 9 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Di hevdîtina şanda Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Partiya Sosyalîst a Kurdistana Bakûrê, davîn rasparde û pejirandinên kongira PSK hat gengeşe kirin.
Li gor rapora Kurdistanmedia, heyetekî Partiya Sosyalîst a Kurdistana Bakûrê bi serperestiya “Mesûd Tek” sekreterê giştî yê wê partê, roja Yekşemî bervara 8’ê Hezîran a 2014’an, serdana Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir û ji aliyê şandekî partê ve bi serperestiya “Hesen Şerefî” cêgirê sekreterê giştî yê PDKÎ ve, hat pêşwazî kirin.

Encama davîn kongira Partiya Sosyalîst a Kurdistanê û biryar û rasipardên wê kongirê ji ber çalakirina rêxistina wan û girîngî dan bi xebata siyasî û sivîl li Turkiyê armanca serekî a serdana PSK bû.

Pêwendiya dostane ya PDKÎ û PSK pişkek din a basên wê hevdtinê bû.

Di wê hevdîtinê de Hesen Şerefî pîrozbahiya PDKÎ bi hinceta serkevtina kongira PSK, pêşkeş bi şanda Partiya Sosyalîst a Kurdistana kir û hêviya serkevineke zêdetir û bi encam gehandina biryar û rasipardên kongirê xwast û li ser pêwendiiyên dostane ya her du partiyan pêdegirî hat kirin.