Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandekî Yekîtiya Parlemanterên Kurdistanê serdana Deftera Siyasî ya PDKÎ kir

16:56 - 26 Gulan 2015

Kurdistan Media: Şandekî Yekîtiya Parelmanterên Kurdistanê derheq aloziyên Kêleşînê û û êrîşa PKKê bo ser pêşmergeyên PDKÎ, seredana Deftera Siyasî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê kir.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, şandekî Yekîtiya Parlemantarên Kurdistanê, bi serperştiya “Neimet Ebdula” serokê wê yekîtiyê, piştînîvroya roja duşemî, 25`ê gulana 2015`an, seredana Deftera Siyasî a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê kir û ji aliyê heyetek ji Hizbê bi serperştiya “Hesen Şerefî” Cihgirê sekretrê giştî ve hatin pêşwazî kirin.

Ew serdana Yekîtiya Parlemantarên Kurdistanê taybet bû bi baskirin li ser êrîşa çekdarên PKK bo ser pêşmergên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê.

Şanda Yekîtiya Parlemantaran dan zanîn: “PKK amadegiya xwe ji bo diyalog û rûniştina bi Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê re nîşan daye”.

Heyeta Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê tevî sipas û hewlên Yektiya Parlematarên Kurdistanê ragehand: Hizba Demokrat her li destpêkê de bawerî bi aştî û got û bêjê ve hebûye û niha jî li her cihê ku Parlemana Kurdistanê diyarî bike, em amade ne bo rûniştin û diyalogê, bi vê merca ku berjewendiya hemû aliyan bête parastin.