
Kurdistanmedia: Bi boneya salvegera destbiserdagirtina balyozxana Amerîkayê, rêjîma Îranê îsal jî şanogerî û xwenîşandan bi rê ve bir.
Rêjîma Komara Îslamî bi hilkevta salvegera destbiserdagirtina balyozxana Amerîkayê, bona xwenîşandanan , îsal bo vê şanogeriyê pitir zarokên qotabxanan birne ber kamêrayan, û diruşm dan.
Roja 13`ê Xezelwerê ku xelkê Îranê weke hersal amade nebû bi gaziya rêjîme biçe ser kolanan, berpirsan dawxaz ji qotabxanan kiribûn da ku vê rojê xwendingehan danexin, heta ku qotabî li qotabxanan da amade bin, û wek girûp wan beşdarî xwenîşandanê bikin.
Pêka wan rapor û filmên ku ji aliyê dezgehên ragehandinê yên rêjîmê bixwe ve hatine belavkirin, beşdarkirina pol bi pol a qotabiyan eyan bû.
Îsal di zaf bajar û dewerên Îranê de heta ev xwenîşandan bi sedema beşdarnebûna xelkê bi rê ve neçû.