
Şanoya ser Şeqam a bajarê Merîwanê piştî 2 salan, îsal carek din li wî bajarî destpêkir, heyama 2 salan bû ku bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê ew festîvala navnetewî hatibû ragirtin.
Pazdehemîn Festîvala navnetewî ya Şanoya Ser Şeqam a Merîwanê roja Pêncşemî 6ê Xezelwerê piştî 2 salan carek din bi rê ve çû û heta roja Duşemî 10 xezelwerê dê berdewam be, îsal bi sedema belavbûna vîrosa Koronayê di dema xwe de nehatibû lidarxistin.
Di vê festîvalê de 207 girûpên şanokar beşdarî kirine û 27 girûpên şanoyê li welatên din yên wekî “Ferense, Birêzîl, Danmark, Ermenistan û komara Azerbaycan”ê jî têde beşdar in, herwisa hejmareke zêde ji hunermend û şanokarên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê jî beşdar in û îsal beşdariya şanokarên jin ên Kurd jî zêde bû.
Ew festîval ji 6 beşan pêk hatiye û ji rêya şano û hunerê pirsgirêkên civakê têne nîşandan.
Şanoya Ser Şeqam a Merîwanê li sala 1373an hatiye avakirin û di sala 1384an de bi fermî yekemîn xula xwe bi rê ve bir û niha bûye nasnameya bajarê Merîwanê û Merîwan bi paytexta Şanoyê tê naskirin.