Roja Înê 3ê Pûşperê çendîn nimayiş ji şanoya ser şeqaman a “Nale Şikêne”ya Bokanê li çendîn gundan bi rê ve çû.
Nimayişa “Hezaran Kes” ku karek ji girûpa şanoya “Huner” bû li du gundên “Dukçî û Naçît” ên Bokanê bi rê ve çû.
Hevdem nimayişa “Sirqet Memnû`i” ji şanoya “Nale Şikêne” ji girûpa “Tenazan” jî li bajaroka “Sîmînê” a ser bi Bokanê bi rê ve çû.
Yekemîn festîvala şanoya ser şeqaman a “Nale Şikêne” li 4ê Pûşperê heta roja Duşemî 6ê Pûşperê dê bi rê ve here.
Biryar e ku şanoya ser şeqam a Nalê Şikêne li parka Milet, parka Danişcû, Îdareya Berq, Îslam Abad, çar rêya Şehrbanî û cot sayda Kurdistanê yên ser bajarê Bokanê bi rê ve herin.
Yekemîn car e ku di gundên Bokanê de jî şanoya ser şeqaman tê lidarxistin.