Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaredarê bajarê Urmiyê hate binçavkirin

11:40 - 12 Kanûna Paşîn 2021

Şaredarê gendel û çewtekarê Bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate binçavkirin û bo bajarê Tehranê hate veguhastin, herwisa heta niha çendîn Şaredarên dinê jî, bi sedema gendelî û diziyê hatine binçavkirin.

Roja Dûşemî 11ê Kanûna Paşîn, Şaredarê Urmiyê, “Mihemed Hizretpûr” ji aliyê hêzên Îtila`ata rejîmê ve hate binçavkirin û pêka gotinên berpirsên rejîmê bona bersivdan bi hindek pirsiyaran bo Tehranê hatiye veguhastin; Şaredarê Urmiyê kesekî gendel û dijî gelê Kurd e û pastarekî terorîste û di şerê dijî gelê kurd de beşdarî kiriye û destê wî gelek caran bi xwîna xortên Kurd sor bûye.

Herwisa, Şaredarên devera 2 û 4 û çend cihgirên wan bi sedema dizî û gendeliyê hatibûne girtin.

Herwisa çend rojan berî niha Şaredarê Meraxê û 2 kes ji endamên Şaredariya wî bajarî bi sedema gendeliyê hatibûne girtin; Şaredarê “Perdîs” û hejmarek ji karmenên Şaredariyê jî bi sedema diziyê hatibûne binçavkirin.

Mehek berî niha, birêvebera firokexaneya Abadanê, “Perwane Sohrabî” jî hatibû binçavkirin ku bi sedema gendeliya malî bû.

Gendelî û dizî bi qasekî di sîstema rizî ya rejîma Îranê de zêde bûye ku neçarin bi awayekî hin kesan binçav bikin.