Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaredarê bijarte yê rejîmê bi gendelkar derçû

12:05 - 23 Kanûna Paşîn 2020

Şaredarê bajarê Qurwe a girêdayê parêzgeha Sineyê, bi tawana gendeliyan, hatiye desteserkirin.

Roja Çarşemî, 2`ê Rêbendanê, Şaredarê Bajarê Qurwê, Husên Perwendî, di encama gendeliyan de, hate desteserkirin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, heyamek beriya niha, Husên Perwendî, ku ji aliyê hindek ji berpirsên rejîmê ve wekî Şaredarê bijarte hatibû hilbijartinê, lê niha bi sedema gendeliyên zîde yên Şaredarî her ji aliyê wan berpirsan ve hatiye desteserkirin, û Ofîsa bajêrwanî ya Qurwê jî, hatiye daxistin.

Navbirî bi encamdana 22 gendeliyan, di heyama 5 salan di Şaredariya de, rikorda gendeliyan yên Şaredaran Şikandiye.

Herwisa di wê derheqê de, Dadistanê bajrê Sineyê baskiriyê ku, desteserkirina Şaredarê Qurwê, bi hegera hederdana darayiya giştî û herwisa bi tawana gendeliyê ve, hatiye desteserkirin.

Berpirsên rejîmê bi hederdana darayiyên giştî û mifahvergirtin ji wan darayiyan bo jiyana xwe ya kesîn û herwisa alîkarîdan bo gurûpên terorîstî, darayiya xelkê hejar ên Îranê didizin.