
Kurdistanmedia: Lêhatînebûna şaredarê bajarê Mehabadê, bûye sedem ku xelk li hemberî xemsariyên wê bajarî de nerazîbûna xwe nîşand bidin.
Li gorî rapora ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xelkê bajarê Mehabadê, li hemberî xemsariyên Şaredarê wî bajarî, derheq rewşa şeqaman nerazîbûna xwe nîşandan û gotin ku, şaredarê Mehabadê li hemberî çêkirina şeqam û rêkxistina rewşa destfiroşên wî bajarî xemsariyan dike.
Hevwelatiyên bajarê Mehabadê, bas ji vê dikin ku, rewşa xirab ya cihê hatinûçûnê û nebûna qîra cadeyan, û herwisa ronahiya hewce di hindek şeqam û rêyên hatinûçûnê de xelk rastî astengiyan kiriye, û tevî pîdagîriyên zêde derheq vê mijarê de, tu encamek tune bûye.
Herwisa xelkê wê bajarî, nerazîbûna xwe li hemberî dagîrkirina cihê hatinçûnê ji aliyê destfiroşan nîşandan, û gotin şaredarî tu hewlek bo rêkxistina wan destfiroşan nade, û herwisa xwedî Dukan jî mafê hatinûçûna xelkê li ser rêyên li pêşiya Dukanê xwe digirin.
Herwisa di beşeke din vê raporê de hatiye ku, dîmena Bendava bajarê Mehabadê, bi sedema hebûna kirsê zêde têk çûye û hewceye şaredarî wan pirsgirêkan çareser bike, û kirsdanên hewce bo cihên wiha dabîn bike.
Lêhatîbûna hemû şaredarên seranserê Îranê bi taybet bajarên Kurdistanê heya astekê daketiye, û li heyamên borî, bi sedema paşketina heqdestê birêveberên Kedkaran û herwisa birêveberên şaredariyên Dêhloran, Merîwan û Dêwlanê, nerazîbûna nîşan dane.