Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaredariya bajarê Tehranê karkirina karmendên xwe bi kampyûterên wê îdareyê qedexe kir

12:33 - 6 Hezîran 2022

Şaredariya bajarê Tehranê di daxuyaniyeke lezgîn de, ji karmendên xwe re ragihand wan îzina karkirina bi kampyûterên îdareyê nînin.

Roja Çarşemî rêkevta 3`ê Hezîrana 2022`an piştî wê ku, tev sêrvêr(rajeyên) û kamerayên çavdêrî yên îdareya şaredariya bajêr hatin hekkirin, şaredariyê di daxuyaniyekê de rahighand ku heta roja Duşemî rêkevta 7`ê Hezîranê tu karmendeke wê îdareyê îzina karkirina bi kampyûterên îdareyê nînin.

Ev daxuyaniya îdareya şaredariya bajarê Tehranê piştî hekbûna sêrvêrên(rajeyên) wê îdareyê ji aliyê girûpek dûr xistî ji welat hat ragihandin.

Herwisa di wê daxuyaniya şaredariyê de hatiye ku; tu karmendeke wê îdareyê mafê bikaranîna kampyûteran tune ye, û tenê eger karek lezgîn û hewce hebe, dibe bi agehdariya berpirsên payebilind yên wê îdareyê û herastê bê encam dan.

Şaredariyê di wê daxuyaniyê de tev mirexesî an karê hewce bo tev karmanedên xwe qedexe kiriye û herwisa ji karmendên ku peywendiya rasterast a karî digel hevwelatiyan hene, bona ku hevwelatî agehdarê ti ji wan pirsgirêkan nebin ji wan xwastine ku ew dibe gelek bi aramî û hişyarî digel hevwelatiyan reftarê bikin.

Roj Çarşemî 3`ê Hezîranê tev sêrvêr û herwisa kamerayên çavdêrî yên îdareya şaredariya bajarê Tehranê hatin hekkirin û karmendên wê îdareyê terkeser bibûn û nedizanî çi qewmiye û dibe çi bikin.

  Yekem car nîne ku îdareyên rejîma Îranê rastî hekkêran dibin, di demsala Payîzê îsal şûnda piştî hekbûna kamerayên girtîgeha Qereçek a bajarê Kerecê ev bo çendmîn carane ku sîstemên kar yên îdareyên cuda yên rejîmê tên hekkirin.