Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaredariya Ehwazê gorên bikom bêserûber dike

12:30 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Gorên bikom ên qurbaniyên dehka 60`î ji aliyê şaredariya Ehwazê ve bi hêceta çêkirina şînikatiya hate textkirin.

Malpera “Edalet bo Îranê” roja Çarşemiyê belav kir, wezîfedarên şaredariyê di dawî rojên Pûşperê de, li jêr navê çêkirina “Bulwar” û şînikatiyê, gorên bikom ên kuştara 1367`an û gorên din ên girtiyên siyasî bi tewahî xirab kirine.

Di vê raporê de hatiye ku, şaredariya Ehwazê hemû ew erdê ku gorên bikom, û yên bi tenê, tê de hebûn, û ên girtiyên dehka 60`î bûn, digel erdê text kirine, û ew erd niha li jêr çavdêriya tund ya ewlehiyê de ye.

Şadî Sedr çalakvana mafê mirovan di malpera xwe de, ji zimanê hejmarek ji malbatên goriyên dehka 60`î a Rojî nivîsandiye:

Di sala 1367`an de, û di dema kuştarên siyasî de, aliyê kêm 44 girtiyên siyasî ên jin û mêr di Ehwazê de, di nava gorên bikom ên navçeya Padadşehr de hatin binaxkirin.

 Kesek bi navê Îsa Bazyar jî wekî şahidê “Eynî” bi malpera “Edalet bo Îranê” ragehandiye ku:

Di destpêka Gelawêja 1367`an de bû, ku hinek term di dema şevê de avêton nava çalên kûr de. Malbatên wan jî dibêjin ku bi rijandina bitonê li ser gorên bikom, xwastine pêşiya hilkolîna wan gorên bikom ji aliyê malbatên îdamkiriyan ve bigrin”.

Rejîma Îranê aliyê kêm heta niha di heft bajaran de gorên bikom bizanebûn xiran kirine.

Navendên ewlekariyê ên rejîma Îranê di van sê dehikên dawiyê de gellek caran ew goristana Xaweranê têk dane.

Berpirsyarên payebilin dên Komara Îslamî ya Îranê gellek bi kêmî li ser wan îdaman daxivin, û her wisa cihê çalkirina termên wan jî tu carî bi awayekî fermî nehatiye ragehandin.

Li gora gotina Muntezirî cihgirê wê demê yê Xomêynî, Xomêynî bi xwe biryara îdama wan kesan daye ku li ser baweriyên xwe pêdagir bûn.

Gellek ji îdamkiriyan di goristana Xaweran bi bê navnîşan û din ava gorên bikom de bi axê hatine spartin.