
Kurdistanmedia: Şaredariya Tehranê daxwaza bikaranîna girtiyan bo paqijkirina derdorên şaredariyê bi bê wergirtina heqdest kiriye.
Şaredariya Tehranê di nameyekê de ji birêveberên herêmên ser bi paytext daxwaz kiriye da ku bi awayê belaş girtiyan bi kar bînin bona xizmetkirina bi şaredariyê li gor hewcehiyên rojane.
Li gor vê daxwazê, ew girtiyên ku mehkumiyeta cezayî hene, bedela hepsê, wê ji şehrdariyê re bêgariyê bikin.
Pêştir jî şehrdariyê ew kar kiriye, lê li gora zanyariyan eva heyamek bû şaredariyê ji van girtiyan mifah wernedigirt.
Lê wisa xûya dike ku zêdebûna xerc bûye sedema vê ku şaredarî bikevin fikra vê pirsê de, ku girtiyan bi kar bînin bona bêgariyê, da ku ew bikarin dest bi pere ve bigrin.
Heta niha şaredariya herêma 5 ya Tehranê şiyana xwe bo wergitina girtiyan bona xizmetkirina di beşên navend û binkeyan, dermanê îtiyadê, beşa fenî-hirfeyî, û paqijkirina cihên giştî, û şaredariya navçeya 6 jî şiyana xwe bona beşa paqijkirina derdorê, û karûbarê nobedarî û perewerdehiyê ragehandiye.
Herçend ku di yasaya xizmetên giştî ên karê belaş de hatiye gotin, ku ew kiryar dibe bi razîbûna girtiyan be.
Dijberên vê yasayê dibêjin ku ew girtî hekî kar bikin, wê demê pêşiya kesên hewcedarê karkirinê tê girtin û ew nikarin dahatekê xwe re bi dest bixin. Lê karnas ser vê baweriyê ne ku mehkûmên bi hepsê baştire bedela girtîgehê di nav xelkê de hizûra wan hebe.
Herçend ku perwerdeya girtiyan bona cardin vegeriyana wan bo nav civakê gellekî girîng û hewce ye, lê ji aliyekî ve girtî di girtîgehên Îranê de bedela perwerdehiyê rastî îşkenceyên hovane tên, û tiştek bi navê perwerdekirinê di gorê de nine, ji aliyekî din ve jî bêgarîkirina bi girtiyan jî tenê bo şikandina wan û bona nedana heqdestê heyvane bi kedkar û zehmetkên îdareyên hikûmetî ye. Armanca wan ne ew e ku girtî bedela hepsê cardin vegerin nav civakê.