
Şaredariya “Xuremabad” li parêzgeha Lursitanê, hiquqê 6 mehan yê kedkaran nedaye û bi sedema Koronayê jiyana wan dijwartir bûye.
Wan kedkaran tevî vernegirtina heqdestê 6 mehan, heta xercê heyvane ya bîmeyê jî, birîne.
Niha ew kedkar ji hemû xizmetkariyan bêpar in.
Serokê şêwra bajarê “Xuremabad”ê gotiye: “Çendîn caran me daxwaz ji Şaredariyê kiriye ku pirsgirêka kedkarên veguhastinê li bajarê “Xuremabad”ê çareser bikin, lê tevî sozên wan, heta niha ti karek bo wan nekirine.