Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaredariyên bajarên Kurdistana Rojhilat alîkariya xelkê herêmê nadin

10:53 - 18 Kanûna Paşîn 2022

Ji ber barîna berfa zêde, rêyên piranyia bajar û gundên Kurdistana Rojhilat qut bûne, û berpirsên pêwendîdar ên rejîmê jî, ti hewlek bona paqijkirinê nedine.

Bi sedema berf û bageyê rêyên bajarên Rojhilatê Kurdistanê, ên weke, Şino, Umriye, Seqiz, Sine,Kirmaşan, Pîranşar, Mehabad û Bane qut bûne, û heta vê demê, beprisên rejîmê ên pêwendîdar ti pêngavek bona paqijkirinê neavêtine.

Di vê desala sar a zivistanê de, befrbarîna zêde û rabûna bageyê rêyên piranaiya bajarên Kurdistanê dagirtiye, û berpirsên pêwendîdar yên rejîmê jî, ne alîkariya welatian didin û ne jî rêyên  di navbera bajaran de paqij dikin, heta hewl û çalakiyên welatiyên ên derheq paqijkirina şeqam û kolanên bajaran de, jî li ser navê xwe didin belav kirin.

Her di vê pêwendiyê de, li bajar Şinoyê, welatiyan bi Luderên xwe rê û şeqamên bajêr paqij kirin lê, rejîma zalim û stemkar, ev hewl û çalakiya welatiyan di medyayên xwe de li serê navê dewletê belav kirine.

Li bajarê Sine şeqam û kolanên bajêr ji berfê hatine dagirtin, welatî bona hatinûçûnê rastî astengiyên mezin bûne û şaredariya bajêr jî, heta niha ti pêngavek bona paqijkirinê neavêtiye.

Li gundê Jaravaya li navçeya Mirgewera girêdayî bajarê Urmiyê jî,dîsan ji ber xemsariyên berprisên rejîmê, xelkê gund neçar da ku bixwe berfa rê û kolanên gund paqij bikin.