Mamosta “Emîn Berarî” ku mamostayê Matmatîk di xwendingehên Merîwanê de bû, bi awayekî cihê şik û gumandar, di nêzîkê bajarê “Qurwe”yê de canê xwe ji dest da û bi yekcarî ji dinyaya zanist û matmatîkê xatrê xwe xwest.
“Emîn Berarî” li malbateke rewşenbîr di gundê “Derekê”ya girêdayê bajarê “Sewlava”yê de ji dayîk bûye.
Navbirî birwanameya “Duktora a matmatîk”ê hebû û di bajarê Merîwanê de yek ji şarezayên matmatîk yê wî bajarî bû.
Termê navbirî bi beşdariya xelkê deverên Hewraman, Merîwan û rewşenbîran di “Derekê” bi axê hate spartin.
Malbata Navbirî bas ji wê yekê kirine ku canjidestdana “Emîn Berarî”, heya niha rohn nîne û ji sedema canjidestdana wî bi şik û guman in.