Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sartirîn hilbijartina rejîma Îran; Xamineyî yek deng jî girîng e

12:49 - 18 Hezîran 2021

Rejîma Îranê tevî hemû hewlên xwe bona rakêşana xelkê bo ser sindoqên dengdanê, nekariye bala piraniya xelkê Îranê bo ser sindoqên dengdanê rabikêşe û cihên dengdanê vala ne.

Roja Înê 28`ê Cozerdanê, dengdan hate destpêkirin, û di parêzgehên wekî Tehran, Sîstan Belûçistan û Ehwazê yên Îranê û bajarên wekî Urmiye û Kirmaşanê û Bokan…hwd li Rojhilatê Kurdistanê xelke kêm li ser sindoqên dengdanê de hebûne û pêka vîdiyoyên ku di nav torên civakî de hatine belavkirin cihên dengdanê vala ne.

Rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” sibêdeha Înê 28`ê Cozerdanê hate ser sindoqên dengdanê û daxwaz ji xelkê kiriye ku beşdariyê li hilbijartinan de bikin û daye zanîn “yek deng jî girîng e”.

Rejîm û rêberê rejîmê bi berdewamî lahiyan ji xelkê dikin ku beşdariyê di hilbijartinan de bikin. Bo wan deng girîng nîne û beşdarîkirin girîng e û ew bi vî awayî rewatiyê didine rejîmê û di derveyê welat de jî wek kartek givaşê bikar tînin û didine zanîn, hekî serkut di Îranê de heye çima xelk beşdariyê di hilbijartinan de dike.

Hilbijartin ji aliyê Hizbên opozisiyon ên dijberê rejîma Îranê û çalakvanên mafê mirovî û medenî ve hatibû baykotkirin û her lewma jî xelkê Îran naçine ser sindoqên dengdanê û baykot kirine.