Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaşiyên pizîşkî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdetir dibin

17:08 - 17 Adar 2022

Birêveberê Giştî yê Pizîşkiya Yasayî yê parêzgeha Kirmaşanê, “Selîmxanî” gotiye ku di 11 mehên derbasbûyî de 44 şaşiyên pizîşkî qewimîne ku ji wê rêjeyê, 23 halet bi tawanbar hatina naskirin û hukim li ser dane.

Pêka gotina navbirî ji gelempera wan şaşiyan, 9 halet pêwendîdar bi beşên nepizîşkî, 5 halet li pizîşkiya didan, 3 halet pêwendîdar bi beşa niştergeriya mejî û rehan û 3 halet jî pêwendîkar bi beşa “Radioloji”yê bûye.

Herwisa li warê jinan û jidayîkbûnê, “Ortopedî”, pizîşkiya çav û pizîşkiya giştî, her yek 2 halet ên şaşiyên pişîzkî hebûna û beşên din jî helatek hatiye tomarkirin.

Di vê derheqê de, Serokê Rêkxirava “Nizam Pizîşkî”yê parêzgeha Îlamê “Elîriza Remezanî” gotiye ku di sala 1400 a Rojî de 141 şikayetên şaşiya pizîşkî hatine Tomarkirin ku ji wê rêjeyê, 20 halet bi tawanbar hatine naskirin û hukim li ser hatiye dan

Amarên şaşiya pizîşkî li parêzgeha Îlamê didin xuya ku di heyama sala derbasbûyî û îsal de her salê %30 şaşiyên pizîşkiyê di vê parêzgehê de zêde dibin.

Çend rojan berî niha, Cihgirê Întizamî yê Rekxirava Nîzam Pizîşkiya rejîmê, “Mihemedreza” Xiredmend gotibû: “Şaşiyên pizîşkî di beşên “didan û civankarî”yê de bi rêjeyek berçav zêde bûne, bi awayekê ku di sala derbasbûyî de 3 hezar û 261 haletên şikayetên şaşiyên pizîşkî di Îranê de hatine tomarkirin.