Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya “Bonyad a Şehîd” a rejîmê dijberiya qurbaniyên mînê dike

18:32 - 4 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Parêzereke pile yek yê dadweriyê bas ji vê kir, ku “Boniyada Şehîd, û Êmûrên Îsargeran”, du îdareyên rejîmê ne, ku dijberiya naskirina qurbaniyên mînê wekî kêm endaman dikin.

Pêka kurte vîdyoya ku di torên civakî de belavbûiye, “Osman Muzeyen” parêzerê pile yek yê dadweriyê, derheq yasaya çavedêrî li ser qurbaniyên mînê û rewta kumîsyonên madda 2 ya fermandariyê  a derheq pêragehîştina bi mafên xwe bi wayê rexnekirinê de, şirove kiriye.

Wî parêzerê Kurd herwisa gotiye: Pêka yasayê, dema kesek bi sedema teqîna mînê canê xwe ji dest dide yan jî birîndar û kêm endam dibe, dibe dosiya wî kesî ji aliyê komîsiyona fermandariyan hatiye naskirin, pêka madda 2 dibe bas jê bê kirin.

Muzeyen, li mijara pêragihîştin bi dosiyeyên qurbaniyên mînê gotiye: “Buniyada Şehîd û Êmûrê Îsargeran”,belgeyên wan dosiyane kom dikin û radestî komîsiyonê dikin, lê pirsgirêk wira ye ku dosye gellek caran bo heyamên 10 heya 20 salan û renge jî zêdetir li komîsyonê de dimînin û rewşa qurbaniyên mînê nezelal dimîne û ewa jî  sebebên cudane bo wê kiriyarê.

Parêzgehên Kurdistana Rojhilatê wekî: Urmiye, Kirmaşan, Sine, Îlam, û parêzgeha Xozistan, pişka herî zêde a mînên çandî ji xwe digire.