
Kurdistanmedia: Saziya “Cêyîş- Edil” êrîşî ser binkeyeke Besîcên rejîmê di bajarê Nîkşehr a girêdayî parêzgeha Sîstan û Beloçistanê kir, û her bi vê sebebê jî besîcek hate kuştin û 5 besîcên din jî birîndar bûn.
Li gorî rapora Nûçegihaniya “Mêhr” a girêdayî rejîmê, roja Şemî rêkefta 13`ê Rêbendana 1397`an, (2`ê Şobata 2019`an) daye eşkere kirin ku, girûpeke çekdar êrîşî ser rêûresima sibezû a binkeyeke Besîcan di bajarê Nîkşehr a girêdayî parêzgeha Sîstan û Beloçistanê kirin, û di encamê de, yek ji endmên wê binkeyê hate kuştin, û 5 kesên din jî birîndar bûn.
Piştî derbazbûna demjmêrekê bi ser vê bûyerê, saziya “Cêyîş-Edil” li ser rûpela “Twitter” a xwe bi veşandina wê nûçeyê, berpirsayetiya wê êrîşê girte bi stûyî xwe, û ragehand ku: “Saziya “Cêyîş-Edil” hemû aliyan agehdar dike ku, ciwanên qehreman yên gelê Beloç serpêdeya Îro (13`ê Rêbendanê, 2`ê Şobatê), êrîşkirine ser binkeyeke Spaha Pasdaran a girêdayî rejîma serkutkar, di bajarê Nîkşehrê de”.
Di heyama Rezbera îsal de jî, wê saziyî bi encam dana operasyonekê bo ser binkeyeke Spaha Pasdaran, 12 endamên Spaha Pasdaran a terorîst êxsîr kirin.
Neteweyên din yên Îranê, di dirêjahiya dîroka hevçerx a Îranê de, di bin givaşên desthilatdaran de bûne, û xeyîrî bêrêzîkirina sîstematîk bi netewan, dagîrkeran hewla talankirina berdewam a çavkaniyên binerd û yên ser erd yên wan herêman dane.
Di heyama desthilata Komara Îslamî de, ev siyaseta dijî mirovî a rejîmê, li riya Spaha Pasdaran, Saziya Besîc û Îtila`atê ve hatine encam dan ku, rol û dewra serekî a serkutkirin û kuştina neteweyên din yên di Îranê de bi stûiyî wan bûye.