Sekreterê Saziya Cîhanî ya Tendirustiyê “Tedros Adhanom” ragiyihandiye, ku belavbûna vîrûsa Korona di cîhanê de %80 zêde bûye.
Roja Înê 30ê Temûzê, Sekreterê Saziya Cîhanî ya Tendirustiyê (WHO), “Tedros Adhanom” ragihand, “ku di wan 4 heftiyên derbasbûyî de li piraniya deverên cîhanê, belavbûna vîrûsa Koronayê heta %80 zêde bûye û bi belavbûna lezgîn a cora “Delta” ku gelek zû belav dibe, cîhan di bin gefa jidestdana destkevtên xwe ên li dijî vîsûsa Koronayê de ye, lê vaksenên ku Saziya Cîhanê ya Tendirustiyê erê kirine karlêkerî li ser wê vîrûsê hene”.
Pêka dawî amarên belavbûyî ên cîhanê, heta 30ê Temûzê 196 milyon û 553 hezar û 9 kes tûşî vîrûsa Koronayê bûne ku 4 milyon û 200 hezar û 412 kesan di cîhanê de canê xwe ji dest dane û 3 milyard û 839 milyon û 816 hezar û 37 kes hatine vaksînekirin.