Saziya Lêbihorîna Navnetewî, derheq egera Îdamkirina “Erselan Xudkame” hişdarî da.
Roja Duşemî, 3ê Tebaxê, Saziya Lêbihorîn a Nawnetewî, derheq egera Îdamkirina hapsiyê siyasiyê Kurd, “Erselan Xudkame” ji aliyê rejîma Îran ê ve ku bi sûçê “Sîxurî”yê, hikmê Îdamê li ser de hatiye sepandin, hişdarî daye û ragihandiye ku dadgehîkirina wî jî nedadperwerane bûye û bi tenê di 30 Deyîqan de bûye.
Herwisa wê saziya nawnetewî ragihandiye ku, hikmê dadgehê pêka îtirafên wî yên di bin îşkencê de hatiye dan û dûr ji dadperweriyê ye.
Saziya Lêbihorîna Nawnetewî bi belavkirina wî hikmê dadgeha Îranê li ser rûpela “Twîtter” ê bi banghêjiyeke lezgîn a daxwaza ragirtina wê cezaya sepandî li ser “Erselan Xudkame” dike û ragihandiye ku pişikdariya xelkê di şermezarkirina wî hikmê dadgehê, dê bandora xwe hebe lewra bo wê armancê ew “Twitt” daniye.
“Twitter” (https://www.amnesty.org/en/documents/mde13/2830/2020/en/)
Rejîma Îranê bona îtiraf wergirtina bi zorê, hemû corên Îşkenceyan bikar tîne, heya bikare cezaya ku bixwe dixwaze, bi ser wan kesan de bisepînin û dengê azadixaziya xelkê bi wî awayî bifetisînin.