Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêborîna Navneteweyî: 106 kes li 21 bajarên Îranê hatine kuştin

11:23 - 20 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Saziya Lêborîna Navnetwî (Amnesty International) di rapora xwe de, ragihand ku di xwenîşandnên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 106 kes hatine kuştin.

Saziya Lêborîna Navnetewî derbarê xwenîşandanên di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de daxuyaniyek belav kir, û têde ragihand ku, di 21 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, 106 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, hatine kuştin.

Herwisa Saziya Lêborîna Navnetewî, balkişandiye ser wê yekê ku, li gor wan raportên li ber destê wan hene, xûya dike hejmara kuştiyan gihîştibe 200 kesî jî, lê heta niha ev yek nehatiye piştrastkirin.

Li gor daxuyaniya Saziya Lêborîna Navnetewî, li parêzgeha Kirmaşanê 30 kes, parêzgeha Sine 10 kes, li parêzgeha  Urmiyê 4 kes,  li parêzgeha Xuzistanê 35 kes,  parêzgeha Tehranê 9 kes,  li parêzgeha Fars 6 kes,  Li parêzgeha Elburzê 4 kes, li Kirmanê û  Îsfehanê her yekê kesek hatine kuştin.

Di derbarê girtî û birîndarên xwenîşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, Amnesty ragihandiye, bi sedan xwenîşander birîndar bûne û herwisa, bi hezaran xwenîşander, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwenîşandan, di roja xwe ya şeşem de berdewam in. Li bajarên mezin ên Îranê wekî Tehran, Tewrêz, Îsfehan û Şîraz rewş aloz e, û hikûmet gefa girtin û cezadanê ji rêkxer û çalakvanên xwenîşandanan dike, û bo rêgirîkirin ji gihandina zaniyariyan bo derve hêla internêtê qut kiriye.