Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya lêborîna navnetewî li derheq têkdana Goristana Xaweran hate ziman

13:08 - 30 Nîsan 2021

Rejîma Îranê cehdê dike ku Goristana Xaweran ku cinazê hezaran kes ji Îdamkiryên Havîna sala 1367 ê bi awayê bi kom tê da hatine binaxkirin, têk bide û nehêle dewsa cinayetên wê yên hovane bimînin.

Rejîma Îranê bi armanca jinavbirina Goristana Xaweran, dibêje peyrewên Olê Behayî ku we mafê hindê çinîne hun cinazê miryên xwe li çi cihekî dinê teslîmî Axê bikin, belkî dibe li Goristana Xaweran û di nava gorên bi kome îdamkiryên sala 1367ê de weşêrin.

Bi wî awayî rejîm dixwaze gorên bi kome qurbaniyên 67ê bi temamî ji nav bibe û dewsa cinayetên xwe paqij bike.

Hem jî ji aliyekî dinê dixwaze sivkatiyê bi Olê Bihayî bike û wisa bide xuyakirin ku miryê we jêhatiyê hindê ninin ku di nava Goristanên taybet de bêne xaksiparî kirin, belkî dibe di nava gorên bikome wan kesane de bêne weşartin ku rejîmê ew bi dujminê xwe zanîne û îdam kirine, her lewma bi çavê dijmin bera xwe dide Behayî yan jî.

Saziya Lêborîna Navnetwî li wê derheqê de daxwaz ji deshilatdarên rejîma Îranê kir ku bila dest ji têkdana Goristana Xaweran hilgire û hemjî Behayî yan jî neçar neke ku dibe miryên xwe li xaweranê de weşêrin.

Dezgeha Dadweriya rejîmê dest bi ser wan Erdan de girtiye ku Behayî yan weke goristan bo miryên xwe bikar tînan.