Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Mafên Mirovan a Kurdistanê: Em teror û terorîzma dewletî şermezar dikin

18:36 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Saziya Mafên Mirovan a Kurdistanê bi helkefta 29’mîn salvegera terora hovane a Dr. Ebdurehman Qasimlo li “Wien”ê ji aliyê dîplomatên terorîst ên Komara Îslamî ve, di daxuyaniyekê de ew kiryar şermezar kir.

 Daxuyanî wiha ye;

Teror û terorîzma dewletî cihê şermezariyê ne Li gor Saziya Mafên Mirovan a Kurdistanê, daxwaza dabînkirina mafên sereke ên xelkê Kurd nayê definandin. Roja 22’ê Pûşperê, roja şermezarkirina teror û terorîzma dewletî li Rojhilatê Kurdistanê ye. Di rojeke weke îro de Dr. Ebdurehman Qasimlo sekreterê wê demê ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê dema gotûbêjê bi nûnerên dewleta Îranê re li ser maseya danûstandinê li “Wien” a Otrîşê bû armanca kiryareke terorîstî û bi du hevalên xwe re hate şehîdkirin. Ev nav di salên derbasbûyî de pêşniyara Saziya Mafên Mirovan a Kurdistanê bû.

Ev sazî car din radigihîne ku li ser helwestên xwe ên berê derheqî terorîzm û şêwazên taybet ên terorîzma dewletî rijd e û hewlên ji bo jinavbirina fîzîkî û terora kesatî û dijberên dewletê li her cihekî û di her demekê de şermezar dike û dibêje armanc ji wan kiryaran çi be, dîsa jî nerewa ne û cihê şermezariyê ne.

Saziya Mafên Mirovan a Kurdistanê careke din terorkirina Dr. Ebdurehman Qasimlo şermezar dike û dibêje berdewamkirina terorê, darvekirin yan girtina rêber û çalakvanên siyasî û sivîl li Kurdistanê bi armanca veşartin û definkirina xwestekên sereke ên gelê Kurd nayên qebûlkirin. Herwisa em li ser dabînkirina azadî û mafên demokratîk û federaliyê ji bo xelkê Rojhilatê Kurdistanê rijd in.

21’ê Pûşpera 1397’an a Rojî

 (12’ê Tîrmeha 2018’an a Zayînî)

 Saziya Mafên Mirovan a Kurdistanê