Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya “Mossad”ê sîstemên şaredariya Tehranê hek kiribû

13:35 - 7 Hezîran 2022

Serokê şaredariya bajarê Tehranê “Mehdî Çemran” gotiye: Saziya “Mossad”ê sîstemên şaredariya Tehranê hek kiribûn”.

Navbirî gotiye: “Êrîşa Saybirî ya bo ser tev sîstemên çalak ên dewletî berdewam in û hewce ye tev berpirsên hikûmetê agehdarê vê yekê bin”.

Herwisa navbirî daye eşkerekirin ku, hekkirina sîstemên şaredariyê û êrîşên saybirî ji aliyê saziya “Mossad” û dijberên din ên rejîmê ve bi rê ve çûne.

Di nêzîk bûna salvegera mirina “Xumêynî” de, hejmarek ji sîstemên şaredarî û tev beşên din li bajarê Tehranê û herwisa çendîn cihên din rastî êrîşên saybirî yên Îsraîlê hatin.