Saziya Ewlehiya Îsraîlê “Mûsad” li derveyê welat, belav kiriye ku wan planeke terorîstî ya Spaha Qudis a terorîst li dijî çend kesên bazirgan û gerok ên Îsraîlî di welatên Afrîqayê de pûçel kir û ji nav biriye.
Kanala 12 a ser bi Îsraîlê raporek belav kiriye û di rapora xwe de bas ji vê yekê kiriye ku Mûsadê plana terorîstiya Spaha Qudis a terorîst li dijî çend kesên bazirgan û gerok ên Îsraîlê di sê welatên Afrîqayî yên wekî “Tanzaniya, Sênêgal û Xena”yê de pûçel kiriye û ji wan 5 terorîst hatine binçavkirin.
Spaha Qudis a terorîst dixwast ji rêya çend kesên “Afrîqayî” ku xelkê wan sê welatên navbirî bûne, çend kesên Îsraîlî teror bikin.
Pêka rapora kanala 12 a ser bi Îsraîlê, Spaha Qudis bi fermandehiya “Esmaîl Qaanî”, terorîstên xwe bi hêceta hînkirina “Zanista Olî” bo welatê “Lubnan”ê şandiye û ji wê rêyê ve, ew hînê karên terorîstî kirine û bo welatên “Sênêgal, Tanzanya û Xena”yê şandine.
Rejîma Îranê piştî vê ku “Muhsên Fexrîzade” zanayê navkiya rejîma Îranê hate kuştin, hewlên xwe bo kiryar terorîstî li dijî Îsraîlian li derveyê welat de zêde kiriye.
Heta niha welatê “Îsraîl û Aferîqa”yê di vê derheqê de ti bertekek nîşan nedane.