
Pêka rapora ku karnasên Saziya Navnetewî roja Şemî 12`ê Rêbendanê, belav kiriye têde hatiye ku, Milîsên Husiyên Yemenê di sala 2019`an de, çekên nû bisetveanîne ku hinek ji wan, ji çekên çêkiriyê rejîma Îranê diçin.
Ew rapore ku bo Şêwreya Ewlehî a Saziya Navnetewî hatiye şandin, lêkolînên yek sal a wan karnasên Saziya Navnetewî ye, ku me`imûriyeta çavdêrîkirin li tehrîmên ku li dijî cebilxaneya Yemenê ji sala 2015`an ve hatine danê li stuyê xwe girtine.
Di vê raporê de ku qirar wisa ye di demên nêzîk de bê weşandin hatiye: “Husiyên Yermenê bilî vê ku sîstemên cebilxaneyî yên naskirî ku heya niha hebûne, ji hin coreyên nû ji balafirên “Dêlta” û modelên nû ji mûşekên Kiroz, bikar tîne.
Pêka lêkoleran, di heyama sala derbasbûyî de, du rê hatine dîtin ku ji vê diçe wekî binpêkariya tehrîman bê zanîn.
Herwisa wan lêkoleran daye zanîn ku, di wan rêyan de, alavên şer yên wekî, mûşekên dijî tank, mûşekên pêşketî yên wekî kiroz, bombe û…hwd, hatine dîtin.
Herwisa wan lêkoleran diyar kirine ku, hin ji wan çekan, li çekên çêkiriyê Îranê diçin.
Girûpa Husî a terorîst a Yemenê, girûpekî çekdar e ku girêdayî rejîma Îranê ye, û ew girûpa terorîst ji aliyê rejîma Îranê ve tê piştevanîkirin.