Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Navnetewî: Karesata mirovî di Îdliba Sûriyê de çê dibe

11:10 - 8 Şibat 2020

Saziya Neteweyên yekgirtî dibêje, karesata mirovî di navbera kesên ku dixwazin di bakurê rojavaya Sûriyê de birev in çê dibe.

Keseke paye bilind ê hawarhatinê yê Saziya Navnetewî, “Mark Katiz” dibêje: “Di du mehên derbasbûyî de 600 hezar kes di parêzgeha Îdlibê ya Sûriyê de avare bûne”.

Pêka gotina “Mark Katiz”, rêyên wan deveran bi sedema lehiya kesên avare hatine girtin, avareyên ku heyrîmayî mane, çima Civatgeha Cîhanî nekariye pêşî ji şer û pevçûnê di wê deverê de bigre.

Navbirî daxwaz ji aliyên şer kiriye ku di Îdlibê de, kesên sivîl nekine armancê xwe û wan ji ber çav bigrin.

Di parêzgeha Îdilb ya girêdayê Sûriyê de, heyameke ku di wê parêzgehê de, şer û pevçûn di navbera hêzên Opozisiyon yên dijberê rejîma Sûriyê û hêzên ser bi rejîma Sûriyê ku Rûsiya piştevaniya wan dike rûy dide.

Herwisa heyameke ku hikûmeta Tirkiyê jî di wê şerê de midaxile kiriye û hêzên xwe bo wê deverê şandiye. Her di vê derheqê de jî, di parêzgeha Îdlibê şer û pevçûnek di navbera hêzên rejîma Sûriyê û artêşa Tirkiyê de qewimî, ku di encamê de çendîn leşkeriyên herdu alîyan hatine kuştin.