Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Navnetewî (UN) di biryarnameyekê de rejîma Îran şermezar kir

12:34 - 19 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Biryarnameya şermezarkirina rejîma Îranê li derheq binpêkirina mafê mirov, ji aliyê Saziya Navnetwî (UN) ve hate erêkirin.

Di cîvîna giştî ya Saziya Navnetewî (UN) di roja Çarşemî, 27`ê Sermawezê de, biryarnameya şermezarkirina Îranê li derheq binpêkirina mafê mirov li Îranê erê kir.

Ev biryarname bi 81 dengên erênî û 30 dengên nerênî û 70 dengên bê alî hate erêkirin.

Ew biryarname ji aliyê welatê Kanadayê ve hatibû amadekirin.

Di wê biryarnameyê de ji desteserkirina xweser, rewşa girtîgehan, cudahdanîn li dijî jinan û domkirina azardanên rêkxistinkirî di wî welatî de li dijî kêmîneyên Olî, nigeraniya xwe li ser wan mijaran nîşan dan,

Ew biryarname li ser bingeha du raporan ku ji aliyê “Cavîd Rehman”, raportêrê taybet yê Saziya Navnetewî li karûbarê mafê mirov li Îranê hatibû amadekirin û tê de hatibû ku, “Behayî” wekî rêrevên Olî ku rejîma Îranê wan bi fermî nas nake, rastî dijwartirîn corên serkutê hatine.

Di wê biryarnameyê de ji rejîma Îranê hatiye xwestin ku cudahîdanîn li dijî kêmaniyên netewî û Olî di wî welatî de dawî pê bîne. Çalakvanên mafê jinan ku di hepsan de ragirtine berdin, yasayên cudahîdanîna li dijî jinan rakin, û rewşa nav girtîgehan baştir bikin, hewcehiyên dermanan bo hepsiyan dabîn bikin û  hemû desteserkirin ku bi hegera mifahvergirtin ji mafê azadiya ranîşandanê hatine girtin, berdin, ew ji wan mijarane bûn ku di biryarnameyê de tekezî li ser hatiye kirin.

Di demekê de ev biryarnameya şermezarkirin a rewşa mafê mirov di Îranê de hate erêkirin ku, di dawiya meha Xezelwer a îsal de, piştî binindbûna nirxa 3 hember a benzînê, piraniya bajarên Îranê, xwenîşandan lidar xistin.

Saziya lêbûrîn a Navnetewî, di nûtirîn rapora xwe de, hejmara wan kuştiyan bi 304 kesan daye zanîn û gotiye ku bi hezaran kes nemaze zarokên 15 salî hatine desteserkirin.