Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Navnetewî ya Lêbûrîn: “Hidayet Ebdullahpûr bi tîrbarankirinê hatibû îdamkirin”

12:22 - 22 Nîsan 2021

Saziya Navnetewî ya Lêbûrîn li derheq şêwaza îdamkirina “Hidayet Ebdullahpûr” ragihand ku rejîma Îranê ew bi tîrbarankirinê îdam kiriye.

Saziya Navnetewî ya Lêbûrîn li ser rûpela xwe ya “Twitter”ê belav kiriye, “di sala 2020an de û piştî dehikên 60an, “Hidayet Ebdullahpûr” girtiyê siyasî yê Kurd yekem girtî bû ku bi tîrbarkirinê ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye îdamakirin. Berpirsan termê wî bi malbata navbirî re nedane û heta cihê biaxsipartina wî jî eşkere nekirine".

Herwisa Saziya Navnetewî ya Lêbûrînê daye zanîn ku “girtiyên siyasî yên Kurd, Ereb û Belûç qurbaniyên sereke yên bêserûşûnkirina bi zorê û îdamkirinên bi nihênî ne”.

Şehîd “Hidayet Ebdullahpûr” li roja Duşemî 22ê Banemera sala 1399an a Rojî, li yek ji padiganên rejîma Îranê li bajarê Şinoyê hate gullebarankirin û şehîd bû.

Malbata wî şehîdî, piştî heyamekê agehdar bibûn ku “Hidayet” hatiye şehîdkirin.

Şehîd Hidayet Ebdullahpûr” li sala 1395an û piştî şerê “Qereseqel”ê yê di navbera hêzên rejîmê û Hêza Pêşmergê Kurdistanê de hatibû binçavkirin û rastî dijwartirîn azar û îşkenceyên rejîma Îranê hatibû.