Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Neteweyên Yekbûyî mafê dengdanê ji Îranê vergit

11:22 - 13 Kanûna Paşîn 2022

Roja Çarşemî 13`ê Kanûna Paşîn a 2022`an, Antêniyû Gutrîş Sekreterê Giştî yê Saziya NY di daxuyanyekê de ragihandin, bi sedema nedana deyînê, vê saziyê mafê dengdanê yên 11 welatên endam da ragirtin.

Di vê daxûyaniya NY de hatiye, welatên endam yên ku du sal bi ser nedana deynê wan re derbas bibe, mafê dengdana wan tê sekinandin.

Sekreterê Giştî yê Saziya NY got: Welatên ku bi sedema nedana deyînê, mafê dengdana wan hatiye sekinandin wuha ne: Îran, Sûdan, Venezûela, Antîgua, Barbûda, Kongo, Gîne û Papûa Gîneya ye.

Di Sala derbasbûyî de jî, Îran bi sedema nedana deyînê ji Saziya NY re mafê dengdanê jê hatibû standin.

Îranê 18 milyon Dolar, Venezuela 40 milyon Dolar, Sûdan 300 hezar Dolarî dibe ji saziya NY re bidin heta ku dubare bikarin mafê dengdanê di vê saziyê de hebin.

Se`îd Xetîb Zade Berdevê rejîma Îranê, dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li ser Îranê, sedema paremana deyînê ji vê saziyê re ragihandiye.

Ev gotinên Se`îd Xetîbî berdevkê rejîmê di halekê de ne ku, berpirsên rejîmê bi berdewamî behsa nebûna bandora dorpêçên Amerîkayê dikin.