Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Nizam Pizîşkî li ser pirsa vaksena koronayê huşdarî da

11:43 - 11 Kanûna Paşîn 2021

Saziya Nizam Pizîşkî ya rejîma Îranê huşdarî daye ku berhemanîn û kirîna vaksena Koronayê, hewcehiyeke hestiyar e û dibe pêka berjevendiyên netewî û dûr ji pirsên siyasî be û dibe bi lezgînî vaksen bigihîje destê xelkê.

Roja Yekşemî 10ê Kanûna Paşîn, Serokê 3 aliyên saziya “Nizam Pizîşkî” û herwisa Serokê “Kora Encumenên Zanistî yên Îranê”, di nivîsekê ji Serkomarê rejîma Îranê “Hesen Rûhanî” daxwaza dabînkirina vaksena Koronayê bi dûr ji pirsên siyasî kirin. Ew di halekê de ye ku Elî Xamineyî, anîna vaksena koronayê ji Amerîka û Birîtaniyayê qedexe kiriye.

Wezîrê Perwerde û Hînkariya rejîma Îranê biryar daye ku ji despêka meha Rêbendana îsal dibistan û xwendingeh dest bi karê xwe bikin, û pêka rewşa belavbûna Koronayê biryarên cuda li ser dane, lê rejîma Îranê heta niha ti bernameyek bona bernameyekî zanistî û herwisa bona dabînkirina vaksena Koronayê tinînin.

Bi hatina vîrûsa nû ya Koronayê ji welatê Birîtaniya bo Îranê rewş hêj metirsîdartir dibe û biryara “Elî Xamineyî bi wateya “fermana kuştara bi kome milyonan kesî” ye.