
Saziya Nizama Pizîşkî a rejîma Îranê û Berpirsê Birêvebirina Krîzan a bajarê Tehranê derheq zêdebûna rengeyî a Koronayê hişdarî da.
Roja Yekşemî 24`ê Xakelêwe, Saziya Nizama Pizîşkî û Berpirsê Birêvebirina Krîzan a bajarê Tehranê bas kiriye, ku cî bi cî kirina “Terha mewdadanîn a bi hişyarî” di rewşa niha de rengehiya wê yekê heye ku nexweşiya Koronayê zêdetir belav bike.
Herwisa wê Saziya Pizîşkî di daxuyaniya xwe de gotiye: “Bê berçavgirtina emrazên hewce yên zanistî û cî bi cî kirinê, “terha mewdadanîn a bi hişyarî” di wan rojan de, pê diavêje qonaxa xwe ya 2`an û dê gişt emeg û xebata xelkê û berpirs û kadrên pizîşkiyê bi heder diçe û em dê rastî gefên micid yên zêdebûna nexweşiya Koronayê bibin”.
Herwisa li ser wê mijarê, di roja Yekşemî, 24`ê Xakelêwe de, Berpirsê Navenda Ragihandina Zanyariyan a Wezareta Tenduristî a rejîma Îranê, “Kiyanûş Cehanpûr” tevî baskirin li ser dawî amara fermî, carek din tekez kir ku hewceye di malên xwe de bimînin.
Eve jî di halekê de ye ku, Serkomarê rejîma Îranê, Hesen Rûhanî, di 19`ê Xakelêwe de gotibû: “Dibe xelk hêdî hêdî dukan û bazaran vebikin”, lê Serkomarê Îranê ti basek ji cîbicînebûna “terha mewdadanîn a bi hişyarî” nekiribû ku qet îmkana birêvebirina wê di rewşa niha a welatê Îranê de tinîne, û Serkomarê rejîma Îranê berevajiya zanista pizîşkî û bi bê berçavgirtina rênimînî û daxwaza pizîşkan û Wezareta Tenduristiyê, bo xwe xilaskirin ji krîza aborî, bi can û malên xelkê Îranê bazarê dike.