
Kurdistanmedia: Şanda NY di Yemenê de, ji Husiyên girêdayî rejîma Îranê daxwaz kir ku yan ji “Al-Hadida” vekişin, yan jî xwe ji bo derbeyeke giran amade bikin.
“Martin Griffiths” nûnerê NY di Yemenê de, roja Yekşemî 3`ê Hezîrana 2018`an, derheqê dawîhatina bi kirîza Yemenê, ji Husiyên girêdayî rejîma Tehran daxwaz kir da ku bilez ji bajar û bendera “Al-Hadida” de derbikevin.
Navbirî du rê li pêş Husiyan danîne, ku yan bi awayê tewaw bajar û bendera “Al-Hadida” biterikînin, yan jî wê berbirûyê êrîşeke giran ya artêşa Yemen û hêzên Hevlabendiya Erebî bibin.
“Martin Griffiths” ragehand ku, şerê “Al- Hadida” şerekî çarenivîssaz e, û tê texîmkirin ku, di wî şerî de artêşa Yemenê digel hêzên Hevlabendiya Erebî milîşên Husiyan ji nav bibin.
Bendera “Al-Hadida” ciheke stratejîk û girîng e, û ji riya vê benderê ve alîkarî û çekûteqemenî ji Husiyan re têne gihandin.
Di demên berê de jî serheng “Turki Al -Malki” berdevkê leşkerî yê hêzên Hevalbendiya Erebî derheqê şerê Yemenê de, rejîma Tehranê bi vê yekê tometbar kiribû, ku ev rejîma ji riya bendera “Al -Hadida” ve alîkariyên malî, çek û teqemenî û mûşekan ji Husiyan re dişînin.